Mîrê îmajên pastoral: Berken Bereh

Roger Acun

Berken Bereh, helbestvanê evîn û xwezayê ye. Helbesta wî qîmeta xwe ya estetîkê ji îmajên wî yên rengîn digire. Xweza bi her halê xwe di helbesta wî da ji xwe ra cihekî taybet dibîne. Bereh, wekî wênesazekî empresiyonîst, tabloyan çêdike. Amûrên wî bêjeyên rengîn in. Xweza, bi arîkariya hunerên teşxîs, întaq, îstîare û teşbîhan di helbesta wî da dibe hêz û bedewîya pênûsê.

“du pelên zuha

bê şerm û heya

rûyê avê maç dikin” (Pandomim, r. 9).

Dar li ser golan an jî çeman bin û demsal jî payîz be pelên daran li ser çem dikevin û wekî kelekên biçûk li ser avê derin û tên. Berken Bereh vê dîmena ji aliyekî din dîtiye. Dema ketina pelên darê yê zuha li ser rûyê avê, helbestvan wekî ku pel, avê maç bikin şîrove kiriye. Zuhabûna pelan û şilbûna avê, dîmena îmajê xurt kiriye. “Maçîkirin, şerm û heya” kesayetek mirovî daye pelan. Ev yek jî bi saya hunera teşxîs û îstîareya girtî pêk hatiye.

“spîndara bêgore

nexweş nebe gelo

di bin berfê de” (Pandomim, r. 10).

Ev îmaj wekî kokteyleke hunerên belaxatê ye. Însan gorê dixin pê yan jî nexweş dikevin. Ji vî alî hêmana bihêz, însan e û nehatiye gotin. Di vir da îstîareyeke girtî heye. Nexweşiya spîndara yan jî têkiliya wê û goreyê bi saya hunera teşxîsê pêk hatiye. Berken Bereh, helbet dizane spîndar gorê naxin pê û di bin berfê da nexweş nakevin, lê xwe li nezaniyê daniye ev jî hunera tecahula arîfê bi xwe ra aniye.

“çiyayê porspî

hêdî hêdî digirî

-êêê kalbûn zor e” (Pandomim, r. 10).

Porsipîbûna çiyayan, ji bo şayesa demsala zivistanê îmajeke rengîn e. Dîsa giriyê çiyayan û kalbûna wan bi hunera teşxîsê hatiye sazkirin. Di naveroka xwe da hunera îstîareyê jî dihewîne. Berfa çiyayan, bi porê kalekî ve hatiye şibandin. Ji vê wêdetir di demên helandina berfê da berfa ser çiyayan hêdî hêdî dihele û ji jorê çiyayan rûbarên avê diherikin. Berken Bereh, vê dîmena jî wekî “giriyê çavên çiyê” nîşan daye. Li gor helbestvan, çawa ku hinek yextiyar dema nêzîkî mirinê dibin ji ber tirsa mirinê digirîn; çiya jî ji ber kalbûnê digirîn. Îmajeke ji alîyê çîroksazîyê ve serkeftî ye.

“bi sinfoniya spîndaran

çem

destmala xwe li ba dike” (Pandomim, r. 21).

Di dawetan da sergovend bi meqamên govendê destmalên xwe li ba dikin. Ev nîşaneya kêfxweşiyê ye. Ev îmaj îlhama xwe ji vê dîmenê digire. Berken Bereh, bayê ku pelê darên sipîndara kil dike û dengê xuşînê wekî senfoniyê şîrove kiriye. Çemê ku diherike û ava wî pêl dide wekî destmala di govendê da li ba bibe hatiye dîtin. Bi hunera teşxîs û îstîareyê îmajeke aliyê wê yê dîtbarî bihêz derketiye holê.

“ba û bager birazava

berf û pûk berbû

bi çiyayekî re zewicîm” (Pandomim, r. 30).

Tenasuba di navbera “ba û bager, berf û pûk; birazava, berbû, zewac” û vegotina biteşxîs ev îmaj şênber kiriye. Bi hêmanên xwezayê, daweteke îmajan a rengîn hatiye lidarxistin.

“darên xweşik in em

çemên porgijlokî

mexel tê bihar li himbêza dengê me” (Pandomim, r. 52).

Vegotina vê îmajê rasterast ji devê daran ve hatiye kirin. “Axaftina darên xweşik” û “çemên porgijlokî” îmajeke balkêş e. Bi taybet îmaja “çemên porgijlokî” ji aliyê estetîka vegotina îmajê ve hêjêyî gotinê ye. Çem dema diherike li rûyê çem pêl çê dibin. Bereh, çemê bipêl şibandiyê însanekî porgijlok, lê behsa însan nekiriye. Ev hunera îstîareya girtî ye. Bi “mexelhatina biharê” di himbêza dengê dar û çeman de ev îmaja xwezayê, ji aliyê vegotina îmajê dewlemend bûye.

“baranên çilesrîn negihîştin miraza xwe

tîna xwe neşikand axa sêwî” (Pandomim, r. 10).

Mirov digihêjin an jî nagihêjin mirazên xwe. “Baranên çilesrîn û miraz” tû têkiliya wan a maneyî bi hev ra tuneye. Nêzîkkirina van bêjeyan deriyê îmajê vekiriye. Sêwîbûna axê û tînşikandina wê bi saya hunera teşxîs û îstîareyê pêk hatiye.

“stêrkek bixurice nalîna wê dibihîzim

orîniya dara ku tê birrîn li daristanekê” (Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, r, 232).

Empatiya di navbera mirov û xwezayê da ji bo afirandina îmajên balkêş, derfetên berfireh dide helbestvan. “Nalîna sitêrkên dixuruce”, “orîniya darên tên birîn” nimûneyên vê empatiyê ne. Sitêrkên dixurucin cih û warên xwe terk dikin. Berken Bereh wekî mirovekî cih û warê xwe terk bike û xemgîn be ji ber xemgîniya xwe binale “sitêrka xurucî” nalandiye. Dema dar, bi birrekê an jî bi xîzarê tên birîn, dengek derdikeve. Helbestvan ew deng jî şibandîye orînîya serjêkirina mirovekî, lê ev şibandin ne bi rêya teşbîhê bi rêya îstîareya girtî pêk hatîye.

“pinpinîka şeyda

ketiye pey şûhla gulê

bê lome” (Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, r, 382).

Ev îmaj, bi zimanê jinên li ser kaniyan an jî li ser tenûran lomê xwe dikin hatiye sazkirin. Wesifkirina pinpinîkê bi şeydabûnê û şûhletiya gulê, hunera teşxîsê ye. Qalibên zimanê axaftinê û estetîka vegotina îmajê, bi hostetî hatîye bênderkirin û vê îmaja xwezayê bi xwendevan ra hatiye ragihandin.

“ku bager û bahozan dirêsa teşiya emrê me

payizok û heyranokan çîroka me vedigot” (Xewna Dawî, r. 23).

Di van risteyên jorê da sê îmaj hene. Teşiya emir, rêsandina teşiya emir bi destên bager û bahozan û çîrok gotina payizok û heyranokan. Bager û bahoz bayên ku toz û pelan di nav xwe da zîz dike. Teşî jî dema hiriyê dirêse li dora xwe zîz dibe. Berken Bereh dixwaze bibêje ku her sal ev dîmenên ku di jiyana me da derbas dibin wekî teşiyê emrê me dirêsin. Ev îmaj bi giştî bi saya teşxîs û mecazê hatiye lidarxistin.

“şev û roj şûrên xwe disûn

bo biqelêşin zikê min” (Xewna Dawî, r. 27).

Wext, kujerê mirov e. Her mirovê li ser rûyê dinyayê bi borandina demê dê biçe ser dilovaniya xwe. Tav û heyv ango şev û roj bera ser pişta hev didin û hespên wext bi çargavî dibezin. Di vê risteyê da Bereh, dibêje ku wext şûrê xwe tûj dike dê rojekê bê û zikê min biqelêşe. Hebûna vê îmajê deyndarê hunera teşxîsê ye.

“stêrk li esmên melûl, piştxûz

heyv dilerize ji qêrîna min” (Xewna Dawî, r. 30).

Îmajên melûlbûn û piştxûzbûna stêrkan bi hunera teşxîsê hatine lidarxistin. Helbestvan dibêje “heyv dilerize ji qêrîna min” ev îmaj jî bi hunera mubalexeyê hestên helbestvan şênber dike. Mirov pîr dibin pişta wan xûz dibe. Di vê îmajê da Berken Bereh, stêrk wekî pîrên piştxûz nîşan daye, lê behsa pîran nekirîye. Ji ber vê yekê îstîareyeke girtî jî peywenda îmajê ji alîyê vegotinê dermale kiriye.

“bajar dikuxe di xewa şîrîn

heyv xatir dixwaze ji çemî” (Xewna Dawî, r. 81).

Helbestvan di vê îmajê da kesayetek daye bajar û heyvê. Hunera teşxîsê di çêkirina vê îmajê da roleke giring lîstiye. Îmaja “kuxuka bajar ya di xewa şîrîn de” bajar weki mirovekî nîşan dide, lê hêmana ji aliyê kuxukê ve bihêz însan e nehatiye gotin. Lewra di vir da îstîareya girtî heye. “Xatirxwestina heyvê ji çem” çem wekî mirovekî teswîr dike. Di vê îmajê da jî îstîareya girtî heye. Ji aliyê xatirxwestinê ve hêmana bihêz însan e, ev hêman nehatiye gotin.

Berken Bereh, hin îmajên siruştê ji bo hest û ramanên xwe baştir nîşan bide bi kar aniye, lê hin îmajên wî yên xwezayê, rasterast ji bo îfadekirina xweşikiya xwezayê wekî armanc derdikevin pêşberî me. Bereh, helbestvanekî lîrîk û pastoral e. Gelek helbestên wî dişibin tabloyên xwezayê. Îmajên siruştê piranî bi teşxîs, mecaz, teşbîh û îstîareyan pêk tîne. Xweza, ji bo Berken Bereh hêlîna helbestê ye.

Binêre:

Berken Bereh, Pandomîm, Belkî, Stenbol, 2006.

Berken Bereh, Dilê Min Palgeh e Ji Işqê re, Lîs, Diyarbakir, 2011.

Berken Bereh, Xewna Dawî, Lis, Diyarbakır, 2016.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

x